3 Lê yê ku hê nehatiye dinyayê Û karên xerab ên ku li ser rûyê erdê tên kirin nedîtiye, Ji herduyan dilgeştir e.
Ew kes gava dikevin gorê, Ji kêfê şa û dilgeş dibin.
Min hemû karên ku li ser rûyê erdê tên kirin dîtin û hemû jî pûç in, wek ketina pey bayê ne.
Îcar min ji jiyanê nefret kir, Çimkî ya ku li ser rûyê erdê dihat kirin, Ji min re giran hat. Her tişt pûç e, Wek ketina pey bayê ye.
Lê wey li wan ên ku di wan rojan de bizaro ne û dimêjînin!
Va ye, roj wê bên ku mirov wê bêjin: ‹Xwezî bi yên ku bê ber in û xwezî bi wan zikên ku zarok neanîne û bi wan çiçikên ku nemêjandine!›