2 Min ji zindiyan bêtir Xweziya xwe bi miriyan anî, Mirî ji zindiyan bextewartir jî dîtin.
Îcar min ji jiyanê nefret kir, Çimkî ya ku li ser rûyê erdê dihat kirin, Ji min re giran hat. Her tişt pûç e, Wek ketina pey bayê ye.
Navê baş ji rûnê bêhnxweş, Roja mirinê ji roja bûyînê çêtir e.
Ji bo kesê mirî negirîn û şînê nekin, Lê ji bo kesê bi rê bikeve bi dilşewatî bigirîn. Wê careke din venegere û welatê xwe nebîne.