14 Ez dizanim, her tiştê ku Xwedê dike, wê her û her bimîne. Tu tişt nikare lê bê zêdekirin û ne jî tiştek dikare jê bê kêmkirin. Ji bo ku jê bitirsin Xwedê wisa çêkir.
Ya Xudan, kî natirse Û rûmetê nade navê te? Çimkî bi tenê tu pîroz î, Hemû milet wê bên Û li ber te herin ser çokan, Çimkî karên te yên dadperwer eşkere bûn.»
Rê nede devê xwe ku bi bedena te guneh bide kirin. Li pêş kahin nebêje: “Min şaşîtî kir.” Wê çima bi gotina devê te hêrs bibe û karên destê te xera bike?