3 Wê rojê, wê nobedarên malê bilerizin, Wê yên mêrxas bitewin, Kesên dihêrin, wê xuya nebin Û yên ku di pencereyê de dinêrin, wê nebînin.
Çaxê Îshaq pîr bûbû û êdî çavên wî qels bûbûn, wî gazî kurê xwe yê mezin Esaw kir û jê re got: “Kurê min!” Esaw got: “Belê ezbenî.”
Çavên Îsraêl ji kalîtî qels bûbûn û wî bi zorê didît. Ûsiv kurên xwe anîn ba wî, bavê wî ew ramûsan û hembêz kirin.
Di nîvê rê de Xudan hêza min qels kir, Rojên min kêm kir.
Li hember wan ez dost bûm, min ew bira didîtin, Wek yê ku ji bo diya xwe şînê digire, Bi şînê ez piştxûz bûm.
Ez xwar û piştxuz bûm, Tevê rojê digerim şîndar.
“Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Jin û mêrên kal wê careke din ji ber temenên xwe yên dirêj, bi gopalên xwe li meydanên Orşelîmê rûnin.
Şevekê Elî di nav nivînên xwe de radiza. Bînahiya çavan ewqas kêm bûbû ku bi zorê didît.