16 Min ji xwe re got: “Min şehrezayiya xwe, ji hemû yên ku beriya min li ser Orşelîmê padîşahî kirine gelekî zêdetir kir. Dilê min têra xwe zanîn û şehrezayî dît.”
Lê heta ku ez nehatim û min bi çavên xwe nedît, min bawer nekir. Bi rastî nîvî tenê jî, ji min re nehatibû gotin. Şehrezayî û dewlemendiya te ji ya ku min bihîstiye gelekî zêdetir e.
Wê xulamên min wan ji Lubnanê bînin ber deryayê. Ezê jî wan wekî kelek girê bidim û bi riya deryayê, cihê ku tu ji min re bêjî, ezê wan ji hev vekim û tê wan bibî. Tê daxwaza min, bi dayîna xwarina maliyên min, temam bikî.”
Gêhazî xulamê Êlîşayê zilamê Xwedê got: “Va ye, xweyê min dil neda tiştên ku Naemanê Aramî anî jê bistîne. Bi navê Xudanê Jîndar, ezê bidim pey wî û ezê tiştekî jê bistînim.”
Wey li mirovê dibêje: ‘Ezê ji xwe re qesreke mezin Û odeyên jor ên berfireh çêkim,’ Jê re pencereyan vedike, Bi dara sedrê kiras dike Û bi rengê sor boyax dike!