7 Lê roja din ber destê sibê, Xwedê kurmikek şand, kurm li şînahiyê ket û ew hişk kir.
û got: “Ez tazî ji zikê diya xwe ketim, Ezê tazî vegerim. Xudan da, Xudan stand. Bila navê Xudan pîroz be.”
Û ez hêstirên çavê xwe vedixwim. Çimkî te ez hildam û li erdê xistim.
Mêw hişk bûn, darhejîr çilmisîn. Hemû darên fêkiyan; hinar, xurme û sêv jî hişk bûn. Şahiya mirovan jî miçiqî.
Xwedê Xudan ji bo ku Ûnis ji rewşa xerab rizgar bike û ji serê wî re siyê çêke, şînahiyekê peyda kir. Ûnis pê gelek kêfxweş bû.