Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Ûnis 4:11 - Kurmanji Încîl

11 Îcar ez, li ber Nînewayê, li ber wî bajarê mezin nekevim? Li wî bajarî ji sed û bîst hezarî zêdetir kes hene ku çep û rastên xwe ji hev dernaxin. Herwiha gelek heywan jî li wir hene.”

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Ûnis 4:11
17 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

bi hemû jîndarên bi we re, çi teyr, çi heywanên kedî û kovî, bi hemû jîndarên dinyayê û bi hemûyên ku ji gemiyê derketin re girê didim.


Tu ji bo heywanan giya, Sebzên ku bi kêrî mirov tên digihînî; Da ku mirov nanê xwe ji erdê hilînin,


Wek çiyayên mezin e edaleta te, Çiqas kûr e dadbariya te. Ya Xudan, tu rizgar dikî mirov û heywanan.


Xudan dibêje: “Niha werin em li doza xwe binêrin. Gunehên we bi xwînê sor jî bûbin, Wê wekî berfê spî bibin. Bûbin wekî qirmizê sor jî, Wê wekî hiriyê spî bibin.


Sanhêrîvê Padîşahê Aşûrê artêşa xwe berda, reviya Nînewayê û li wir ma.


Lê gava qencî û xerabiyê ji hev dernexe, wê axa herdu padîşahên tu ji wan gelekî ditirsî vikîvala bibe.


“Rabe, here Nînewayê, wî bajarê mezin. Li dijî wî dengê xwe bilind bike, çimkî xerabiya wan gihîşt heta ba min.”


Xwedê kirinên Nînowayiyan dît. Ew ji gunehên xwe zivirîbûn. Li wan hat rehmê, fikra xwe guhert. Tiştê ku soz dabû bîne serê wan, nekir.


Paşê Xudan got: “Tu li ber wê şînahiyê dikevî ku te di ber de ked nedaye û mezin nekiriye. Ew şînahiya ku di şevekê de şîn bû û di şevekê de jî hişk bû.


Wek ku ez li te hatim rehmê, ma ne diviya ku tu jî li hevalê xwe yê xulam bihatayî rehmê?›


Zarokên we yên ku we digot wê talan bibin, biçûkên we yên ku îro êdî qencî û xerabiyê ji hev dernaxin, wê bikevin wir. Ezê welêt bidim wan ku ji xwe re bikin milk.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ