3 Lê belê Ûnis ji ber Xudan reviya ku here Tarşîşê. Ew daket Yafayê û gemiyeke ku diçe Tarşîşê dît. Wî heqê riya xwe da û ket gemiyê ku bi wan re here Tarşîşê û ji Xudan dûr bikeve.
Bihîstin ku dengê Xwedê Xudan, di hênikahiya rojê de, di nav bexçe de digere. Adem û jina xwe, ji hizûra Xwedê Xudan, xwe di nav darên bexçe de veşartin.
Gelê Îsraêl pere da kevirbir û necaran û zeyt, xwarin û vexwarin da Saydayî û Sûriyên ku ji Lubnanê bi riya deryayê darên sedrê bînin Yafayê. Tevahiya van karan li gorî destûra Koreşê Padîşahê Parsê bûn.
Wê kesên keviyên deryayan jî li hêviya min bin. Wê pêşî gemiyên Tarşîşê werin! Wê kurên te ji dûrî, Bi zêr û zîvên wan re, Ji bo xatirê navê Xwedayê te Xudan, Ji bo Pîrozê Îsraêl bînin. Çimkî wî berzî û rûmet da te.
Wî ji Xudan re dua kir û got: “Ax, ya Xudan, hê gava ez li welatê xwe bûm, ma min ev negot? Ji ber vê yekê ez yekser reviyam Tarşîşê. Min dizanibû tu Xwedayekî keremdar û dilrehm î, tu zû hêrs nabî, dilovaniya te zêde ye û tu dev ji cezakirinê berdidî.
Ji ber ku Lîda nêzîkî Yafayê bû, şagirtan bihîst ku Petrûs li wê derê ye, du zilam şandin pey wî, jê daxwaz kirin û gotin: «Ji kerema xwe zû were ba me.»