Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Tîmotʼêyo II 4:3 - Kurmanji Încîl

3 Çimkî wext wê bê ku nexwazin guhê xwe bidin hîndariya saxlem, lê ewê di cihê vê de li gor xwestekên xwe, ji xwe re gelek mamosteyan bicivînin, yên ku tiştên li guhên wan xweş bên hîn bikin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

3 Çimkî zemanê bê, ku meriv wê guh nedine hînkirina saxlem, lê wê xwestinêd dilê xwerʼa wan dersdara serhev tʼop kin, yêd ku tiştêd li guhê wan xweş tê wê hîn bikin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

3 Чьмки зәмане бе, кӧ мәрьв ԝе гӧһ нәдьнә һинкьрьна сахләм, ле ԝе хԝәстьнед дьле хԝәрʼа ԝан дәрсдара сәрһәв тʼоп кьн, йед кӧ тьштед ль гӧһе ԝан хԝәш те ԝе һин бькьн.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 چون گو زَمانَگ دیه بِت گو خلقه تحملا بیهیستِنا دَرسا دوز چِنابِن، بَلگو اَو دیه هِندَ ماموستایا دُرا خو خِر گَن گو اَو قِسه گو گوهه وان دِخازیت بِبیهیسیت و گَل شهوته واندا جور دِدَرکَویت، ژه وان بِبیهیسِن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Tîmotʼêyo II 4:3
33 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Êlyas ji gel re got: “Ji pêxemberên Xudan ez tenê mame. Lê pêxemberên Baal çar sed û pêncî kes in.


Padîşahê Îsraêlê ji Yehoşafat re got: “Ma min ji te re negot? Ew li ser min, ne pêxemberiya xêrê, lê tenê pêxemberiya belayan dike.”


Padîşahê Îsraêlê ji Yehoşafat re got: “Yekî din jî heye. Em dikarin ji Mîxayayê kurê Yîmla şîreta Xudan bixwazin. Lê ez jê nefret dikim, çimkî li ser min qet pêxemberiya xêrê nake. Ew tenê pêxemberiya belayan dike.” Yehoşafat got: “Bila padîşah wisa nebêje.”


Xudan ji Mûsa re got: “Her kî ku li dijî min guneh kiribe, ezê navê wî ji nivîsa xwe derxim.


Wî ji wan re got: “Rihetî ev e, Vê rihetiyê bidin kesên westa. Bêhnvedan ev e.” Lê gelê wî nexwest guhdarî bike.


Ew ji zanyaran re dibêjin: ‘Nebînin.’ Ji pêxemberan re jî dibêjin: ‘Pêxemberiya tiştên rast nekin, Ji me re tiştên hêsan bêjin. Bi hîle pêxemberî bikin.


Wî çaxî wan got: “Werin, em li dijî Yêremya pîlan bikin. Çimkî ji kahin Şerîet, ji şehreza şêwir û ji pêxember jî gotin qet kêm nabe. Werin, em bi gotinan lê bixin û guhdariya gotineke wî jî nekin.”


“‘Divê hûn guhdariya pêxember, falbaz, sêrbaz û kesên xewnan dibînin nekin ku ji we re dibêjin: Xulamiya Padîşahê Babîlê nekin!


Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Bila falbaz û pêxemberên di nav we de, we nexapînin. Guh nedin xewnên wan.


Pêxember bi derewan pêxemberiyê dikin Û kahin li gorî fikrên xwe serweriyê dikin. Gelê min jî, ji vê yekê hez dike, Lê di dawiyê de hûnê çi bikin?


Heke derewkarek were û bi hîlekarî bêje: ‘Ez li ser mey û şerabê ji we re pêxemberiyê bikim,’ Wê ev gel wî kesî wekî pêxember qebûl bike!


Şerîetzan û serekên kahînan xwestin ku di cih de dest bavêjin wî, çimkî wan fêm kir, ku Îsa ev mesele anî ser wan, lê ew ji xelkê tirsiyan.


«Wey li we be, gava ku hemû mirov bi qencî li ser we bipeyivin, çimkî bav û kalên wan jî bi pêxemberên derewîn wisa dikirin.


Lê ji ber ku ez rastiyê dibêjim, hûn ji min bawer nakin.


Hemû Atînayî û xerîbên ku li wir diman, ji gotin û bihîstina tiştên nû pê ve, dema xwe bi tiştên din derbas nedikirin.


Birano, çaxê ku ez hatim ba we ku ez sira Xwedê ji we re diyar bikim, ez ne bi peyvên xemilandî an şehrezayî hatim.


Peyv û danezana min, ne bi qanîkirina peyvên şehrezayiyê, lê bi berçavanîna hêza Ruh bû,


Îcar ji ber ku min rastî ji we re got, ma ez bûm dijminê we?


fuhûşkaran, ji bo qûngê û dizên mirovan, ji bo derewkar û yên ku bi derew sond dixwin û ji bo her tiştê din ê ku li hember hîndariya saxlem radibe, tê dayîn.


Wan peyvên saxlem ên ku te ji min bihîstine, bi bawerî û hezkirina ku bi Mesîh Îsa ye ji xwe re bike mînak.


ku ji we re digotin: «Di dema dawî de tinazkarên ku li gor xwestekên xwe yên nepak rêve diçin, wê derkevin.»


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ