11 Tê wê rojê ji ber tevahiya karên xwe Yên te li dijî min kirine, şerm nekî. Çimkî ezê kesên bi pozbilindiyê şahiyê dikin, Wê gavê ji nav te rakim. Êdî tê careke din Li çiyayê min ê pîroz qure nebî.
Ezê wan bînim çiyayê xwe yê pîroz Û li mala xwe ya duayê şa bikim. Wê qurbanên wan ên şewitandinê û qurbanên wan ên din Li ser gorîgeha min bên qebûlkirin. Çimkî wê ji mala min re, Mala duayê bê gotin Ku ji bo hemû miletan e.”
Wê li şûna şerma we, para we du qat be, Li şûna riswakirinê, hûnê li ser para xwe ji kêfan biqîrin. Loma hûnê li welatê xwe bibin xweyî du qat mîras Û wê şahiya we her û her be.
Ya Reb, ez ji bo hemû karên te yên dadperwer ji te lava dikim. Xezeba xwe ji ser bajarê xwe Orşelîmê, ji ser Çiyayê xwe yê pîroz rakî. Çimkî ji ber gunehên me û neheqiyên bav û kalên me, Orşelîm û gelê te, li pêş hemûyên ku li der û dora me ne şermezar bûn.
Gava ez dipeyivîm û min dua dikir, li gunehên xwe û gunehên gelê xwe Îsraêl mikur dihatim, ji bo Çiyayê Pîroz ê Xwedayê xwe li pêş Xwedayê xwe Xudan min lava dikir.
Serekên bajêr bi bertîlan serweriyê dikin, Kahinên wî bi pere hîn dikin, Pêxemberên wî jî bi pere falbazî dikin. Lê wekî ku xwe spartibûn Xudan, Dibêjin: “Ma qey Xudan ne bi me re ye? Wê tiştek neyê serê me!”
Hemû bi hev re çûn ba Mûsa û Harûn û got: “Êdî bes e, tevahiya civakê û her kesê wê pîroz e û Xudan di nav wan de ye. Êdî çima hûn xwe di ser civaka Xudan re dibînin?”
Çimkî di Nivîsara Pîroz de dibêje: «Va ye, ez di Siyonê de kevirekî datînim Kevirê hêja û bijare yê rikin. Yê ku baweriyê bi wî bîne, qet nayê şermkirin.»