12 “Kûşîno, hûnê jî Bi şûrê min bên kuştin!”
Rabe ya Xudan, pêşî li wan bigre, wan hilweşîne! Canê min bi şûrê xwe ji xeraban, Bi destê xwe ji mirovan, ya Xudan, Ji zilamên dinê bifilitîne.
Wey li Aşûrê ku gopalê hêrsa min e! Darê destê wê, xezeba min e.
Xudan û çekên xezeba wî Ji diyarekî dûr, Ji binê ezmanan tên Ku tevahiya welêt xera bikin.
Xudan got: “Çawa ku xulamê min Îşaya sê salan tazî û pêxwas geriya ku ji bo Misrê û Kûşê bibe nîşan û îşaret,
Çimkî ez Xwedayê te Xudan, Pîrozê Îsraêl û rizgarkarê te me. Min wekî kefaret Misrê, Di ber te de Kûş û Sevayê da.