8 Mefîboşet serê xwe tewand ber xwe û got: “Ma ez xulamê te kî me ku tu bi kûçikekî wekî min mirî re eleqedar dibî?”
Kurê Serûyayê Avîşay ji padîşah re got: “Ev kûçikê mirî, çima wê ji xweyê min padîşah re nifiran bike? Bihêle ez herim serê wî jê bikim.”
Dawid ji Gad re got: “Tengasiya min mezin e. Bila em bikevin destê Xudan, çimkî rehma wî mezin e. Ez nakevim destê mirovan.”
Avnêr bi pirsa Îşboşet pir hêrs bû û got: “Ma ez kûçik im ku meyla Cihûdayê bikim? Ez îro bi xwe jî girêdayî malbat, bira û hevalên Şawûl im. Min te neda destê Dawid. Lê îro ji rûyê vê jinikê tu min tawanbar dikî.
Hazaêl got: “Ez xulamê te çi se me ku van tiştên xerab bikim?” Êlîşa got: “Xudan nîşanî min da ku tê bibî Padîşahê Aramê.”
Bila xwîna min li axa dûrî Xudan nerije. Padîşahê gelê Îsraêl wekî nêçîrvanê kewan çûye nêçîra kêçekê dike!”