7 Dawid jê re got: “Netirse. Ji bo xatirê bavê te Yonatan, ezê qenciyê li te bikim. Hemû axa bapîrê te Şawûl ezê li te vegerînim. Tê herdem li ser sifra min xwarinê bixwî.”
Gava diçûn mala Ûsiv, ditirsiyan û digotin: “Ji ber pereyê ku cara pêşî xistibûn tûrikên me em anîn vir. Ew dixwaze êrîşî me bike û me ji qewet bixe, me bike kole û kerên me bistîne.”
Ji ber ku hemû kesên malbata kalê min mirinê heq kirine, te li ser sifreya xwe cihekî taybet da xulamê xwe. Ji vê bêtir ma heqê min ku tiştekî ji te daxwaz bikim heye padîşahê min?”
Tu, kurên xwe û xulamên xwe hûnê axa wî bajon û berê wan jê re bibin ku pêdiviya xwarina neviyê mezinê we peyda bibe. Wê neviyê xweyê te Mefîboşet, herdem li ser sifra min xwarinê bixwe.” Panzdeh kur û bîst xulamên Sîva hebûn.
“Lê kerema xwe nîşanî kurên Barzîllayê Gîladî bike. Bila ji kesên li ser sifra te bin. Çimkî gava ez ji ber birayê te Avşalom reviyam, ew hatin hewara min.