2 Wî Moavî jî têk birin. Wan bi awayekî dirêjkirî rêz kirin û bi benikê pîva. Herdu rêzên ku pîva kuşt, rêzek hemû sax hişt. Moavî bûn xulam û bacdarên Dawid.
Gelê ku li wê derê dijiya, ji malên wan derxist ew di karên ku bi birek, tevirê hesinî û bivirê hesinî dihatin kirin de, di çêkirina kelpîçan de da xebitandin. Dawid ev yek li hemû bajarên Emmoniyan pêk anî. Paşê bi artêşa xwe re vegeriya Orşelîmê.
Silêman, ji Feratê heta welatê Filîstiyan, heta sînorê Misrê jî, li ser hemû padîşahiyan serwer bû. Wan bac anîn û di tevahiya jiyana xwe de xizmeta Silêman kirin.
Guhdariya Hîzqiya nekin.’ Çimkî Padîşahê Aşûrê wiha dibêje: ‘Teslîm bibin, werin xwe bavêjin bextê min. Bila niha herkes ji mêwa xwe û ji darhejîra xwe bixwe û ji bîra xwe avê vexwe.
‘Ez wî dibînim, lê ne niha. Ez lê dinêrim, lê ne nêzîk. Wê ji nav Aqûb stêrek derkeve, Wê ji nav Îsraêl serwerek rabe. Wê eniya Moaviyan, Wê serê ziriyeta Şêtiyan biperçiqîne.
Piştî Şawûl bû padîşahê gelê Îsraêl, wî li dijî hemû dijminên xwe şer kir; li dijî Moavî, Emmonî, Edomî, padîşahên Sovayê û Filîstiyan. Wî berê xwe dida ku bi ser diket.
Dawid ji wir çû bajarê Mîspeya li Moavê. Ji Padîşahê Moavê daxwazeke wiha kir: “Heta kifş bibe ku wê Xwedê çi bi min bike, bila diya min û bavê min, werin li ba we bimînin, hûnê destûrê bidin?”