8 Dawid hêrs bû ku Xudan li Ûzza xist. Ji wê rojê û pê ve ji vir re Peres-Ûzza tê gotin.
Hêrsa Xudan li Ûzzayê ku bi bêrûmetî tevgeriya, rabû û wî li erdê xist. Ew li wir, li ba Sindoqa Xwedê mir.
Dawid wê rojê ji Xudan tirsiya û got: “Çawa dibe ku Sindoqa Xudan tê ba min?”
Ji ber ku cara din we ew hilnegirt, Xwedayê me Xudan em ceza kirin. Çimkî em li gorî rêbazan tevnegeriyabûn.”
Ev yek gelek li zora Ûnis çû û ew hêrs bû.
Lê belê Xwedê ji Ûnis re got: “Ma heqê te heye ku tu li ser şînahiyekê hêrs bibî?” Ûnis got: “Heqê min heye, ez ji ber hêrsa xwe dikim bimirim.”