3-4 Sindoqa Xwedê, ji mala Avînadavê li ser gir hildan û danîn ser erebeyeke nû. Herdu kurên Avînadav, Ûzza û Ahyo erebeya nû ya ku Sindoqa Xwedê li ser bû, diajotin. Ahyo li pêşiya Sindoqê dimeşiya.
“Niha erebeyeke nû û du heb çêlekên dotinê ku neketine bin nîr hazir bikin. Erebeyê bi çêlekan ve girê bidin. Lê golikên wan ji wan dûr bikin û bibin tewlê.
Gelê Qîryat-Yearîmê hat Sindoqa Xudan hilda û ew bir mala Avînadav ku li ser girekî bû. Ji bo ku xweyîtî li Sindoqa Xudan bike Êlezarê kurê Avînadav kifş kirin.