21 Dawid got: “Ez li ber Xudan reqisîm. Çimkî wî ez li cihê bavê te û hemû ziriyeta wî hilbijartim û wekî serwer li ser gelê xwe Îsraêl şandim! Helbet ezê li ber Xudan bireqisim!
Gava Sindoqa Xudan hat Bajarê Dawid, Mîkala keça Şawûl di pencereyê re nêrî. Dema wê dît Dawidê Padîşah li hizûra Xudan direqise û lotikan davêje, Mîkalê di dilê xwe de ew kêm dît.
Gava Sindoqa Peymana Xudan hat Bajarê Dawid, Mîkala keça Şawûl di pencereyê re nêrî. Dema wê dît Dawidê Padîşah direqise û şahî dike, Mîkalê di dilê xwe de ew kêm dît.
Piştî ku ew ji text anî xwarê, Dawid rakir ku bibe padîşahê wan û li ser wî weha şahidî kir û got: ‹Min Dawidê kurê Yêşa, zilamekî li gor dilê xwe dît. Ewê hemû daxwazên min bîne cih.›
Lê êdî wê padîşahiya te berdewam neke. Xudan dixwaze zilamekî li gorî dilê xwe bibîne û wî ji gelê xwe bike serwer. Çimkî te fermana Xudan bicih neanî.”
Xudan ji Samûêl re got: “Tê heta kengê şîna Şawûl bikî? Min ew ji padîşahiyê avêt. Qiloçê zeytê dagire û here. Ezê te bişînim ba Yêşayê Bêtlehemî. Min ji nav zarokên wî, ji xwe re padîşahek hilbijart.”
Yekî şandin pey û ew anîn. Ew yekî bedew, lihevhatî, çavên wî xweşik û rûsorik bû. Xudan ji Samûêl re got: “Rabe, wî rûn bike! Kesê ku min kifş kirî ev e.”