Samûêl II, 6:20 - Kurmanji Încîl20 Gava Dawid ji bo pîrozkirina malbata xwe vegeriya, Mîkala keça Şawûl derket derve ku pêşwaziya wî bike. Ji Dawid re got: “Padîşahê gelê Îsraêl îro çi navekî xweş bi pey xwe xist! Mîna kesekî bêqîmet, te xwe li ber cariyeyên xulamên xwe tazî kir.” အခန်းကိုကြည့်ပါ။ |
Heke niha xulamiya Xudan li ber çavê we ne baş be, divê hûn îro hilbijêrin ka hûnê xulamiya kê bikin. Gelo hûnê xulamiya îlahên bav û kalên we bikin ku li aliyê din ê Çemê Feratê xulamî dikirin? An hûnê xulamiya îlahên Amoriyan bikin ku hûn li welatê wan rûdinin. Lê ez û maliyên xwe, emê xulamiya Xudan bikin!”