16 Gava Sindoqa Xudan hat Bajarê Dawid, Mîkala keça Şawûl di pencereyê re nêrî. Dema wê dît Dawidê Padîşah li hizûra Xudan direqise û lotikan davêje, Mîkalê di dilê xwe de ew kêm dît.
Ji aliyê din ve, Dawid bi riya qasidan ji Îşboşetê kurê Şawûl re ev agahî şand: “Jina min Mîkal bide min ku beramberî çermên sinetkirina sed Filîstiyan bûbû dergistiya min.”
Gava Dawid ji bo pîrozkirina malbata xwe vegeriya, Mîkala keça Şawûl derket derve ku pêşwaziya wî bike. Ji Dawid re got: “Padîşahê gelê Îsraêl îro çi navekî xweş bi pey xwe xist! Mîna kesekî bêqîmet, te xwe li ber cariyeyên xulamên xwe tazî kir.”
Gava Sindoqa Peymana Xudan hat Bajarê Dawid, Mîkala keça Şawûl di pencereyê re nêrî. Dema wê dît Dawidê Padîşah direqise û şahî dike, Mîkalê di dilê xwe de ew kêm dît.
Ji aliyê mirovan ve Ew hat kêmkirin û redkirin. Mirovê êş û eleman bû, Nexweşî nas kirin. Wekî zilamê ku mirov rûyê xwe jê vedişêrin, Ew hat kêmkirin. Me qedir neda wî.
Şawûl ji Dawid re got: “Va ye ev keça min a mezin Mêrav e. Ezê wê bidim te û êdî tê bi mêrxasî ji bo Xudan şer bikî.” Çimkî Şawûl difikirî û digot: “Bila kuştina Dawid ne bi destê min, lê bi destê Filîstiyan be.”