3 Hemû rîspiyên gelê Îsraêl li Hevronê hatin ba Dawidê Padîşah û wî li wir li ber Xudan bi wan re peymanek çêkir. Wan jî Dawid wekî Padîşahê gelê Îsraêl kifş kir.
Gelê Cihûdayê çûn Hevronê û li wê derê li ser Mala Cihûda Dawid wekî padîşah bi rûnkirinê kifş kir. Wan ji Dawid re got ku kesên Şawûl veşartine, Yavêş-Gîladî ne.
Avnêr ji Dawid re got: “Ez yekser herim, tevahiya gelê Îsraêl li ba xweyê xwe padîşah kom bikim ku bi te re peymanek bikin. Tu jî bikaribî her derê ku dil dikî birêve bibî.” Li ser vê yekê Dawid Avnêr şand û ew jî bi xêr û silamet çû.
Hemû rîspiyên gelê Îsraêl li Hevronê hatin ba Dawid û wî li wir li ber Xudan bi wan re peymanek çêkir. Li gorî gotina Xudan ku bi riya Samûêl da, wan Dawid wekî Padîşahê gelê Îsraêl kifş kir.
“Lê Xwedayê Îsraêl Xudan, ji nav tevahiya mala bavê min ez hilbijartim ku bi awayekî herheyî li ser gelê Îsraêl bibim padîşah. Wî wekî serwer Cihûda û ji Mala Cihûda mala bavê min, hilbijartiye. Paşê ji nav kurên bavê min, ew razî bû ku min bike padîşahê li ser tevahiya gelê Îsraêl.
Niha here û hemû rîspiyên gelê Îsraêl bicivîne û ji wan re bêje: ‘Xwedayê bav û kalên we, Xwedayê Îbrahîm, Îshaq û Aqûb Yahwe li min xuya bû û wiha got: Ji nêzîk ve bala min li ser we ye û min a ku li Misrê bi we kirin dît.