8 Serê Îşboşet anîn Hevronê ba Dawidê Padîşah û gotin: “Va ye serê Îşboşetê kurê Şawûlê dijminê te ku dixwest te bikuje! Xudan îro heyfa xweyê min padîşah ji Şawûl û ji ziriyeta wî stand.”
Wan bi dengekî bilind gazî kir û gotin: «Ey Xudanê hukumdar! Tu pîroz û rastîn î. Ma heta kengê tu dîwanê nakî û tu heyfa xwîna me ji wan ên ku li dinyayê rûdinin nastînî?»
Zilamên Dawid jê re got: “Va ye roja ku Xudan ji te re gotibû, ‘Ji bo daxwazên te, ezê dijminê te bidim destê te.’ Ew roj ev roj e!” Dawid rabû ji dawa Şawûl, perçeyek bi dizî jê kir.
Heke kesek ji bo kuştinê bikeve pey te, wê Xwedayê te Xudan te di kîsekê de veşêre û jiyana te biparêze. Wê dijminên te bavêje, çawa ku bi berkaniyê kevir tê avêtin.