5 Rêxav û Baenayê kurên Rîmmonê Beêrotî, bi rê ketin. Dema di germa nîvro de gihîştin mala Îşboşet, Îşboşet pal dabû û bêhna xwe dida.
Carekê Dawid berê êvarê ji nav nivînên xwe rabû, çû ser banê qesrê li wê derê geriya. Dît ku jinek li ser bên serê xwe dişo. Jinik pir xweşik bû.
Avnêrê kurê Nêr ê ku fermandarê artêşa Şawûl bû, Îşboşetê kurê Şawûl girtibû û bi xwe re biribû Mahanayîmê.
Du serekrêbirên Îşboşet hebûn. Ew kurên Rîmmonê Beêrotî bûn. Ji eşîra Binyamînî bûn. Navê yekî Baena, yê din Rêxav bû. Beêrot ji eşîra Binyamîn dihat hesibandin.
Xulamê wî Zîmriyê fermandarê nîvê erebeyên wî yên şer, fen lê kir. Ela wî çaxî li Tîrsayê li mala Arsayê berpirsê qesrê vexwaribû û serxweş bûbû.