Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Samûêl II, 4:12 - Kurmanji Încîl

12 Paşê emir li zilamên xwe kir û herdu bira li wir hatin kuştin. Dest û piyên wan jêkirin û cendekê wan li kêleka hewza Hevronê daleqandin. Serê Îşboşet jî birin û li Hevronê di gora Avnêr de veşartin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Samûêl II, 4:12
8 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Wî gazî zilamekî xwe kir û got: “Here wî bikuje.” Zilam jî li yê Emalêqî xist û ew kuşt.


Te li ser xwîna Mala Şawûl, padîşahî stand. Loma jî Xudan tu ceza kirî. Xudan padîşahî da kurê te Avşalom. Ji ber ku tu destbixwîn î, ev têkçûn hat serê te.


Avnêrê kurê Nêr ê ku fermandarê artêşa Şawûl bû, Îşboşetê kurê Şawûl girtibû û bi xwe re biribû Mahanayîmê.


Dawid ew dan destê Gîvoniyan. Gîvoniyan ew li çiya, li hizûra Xudan daleqandin. Her heft jî hema wî çaxî, di cih de mirin. Ew di rojên destpêka dirûtina ceh de hatin kuştin.


Avnêr li Hevronê binax kirin. Padîşah li ser gora Avnêr bi dengekî bilind giriya. Hemû kesên pê re jî giriyan.


Belê tu, ya Xwedê, tê wan bavêjî korta mirinê, Wê zilamên xwînî û hîlekar, nîvê rojên xwe nebînin tucar; Herçî ez im, min xwe spartiye te.


Çimkî hûn bi çi awayî yên din dadbar bikin, hûn jî, hûnê bi wî awayî bên dadbarkirin. Hûn bi kîjan pîvanê bipîvin, wê bi wê pîvanê ji we re jî bê pîvandin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ