39 Rast e, ez padîşahekî kifşkirî me, lê îro bêhêz im. Kurên Serûyayê ji min hişktir û dijwartir in. Bila Xudan bersiva xeraban, li gorî xerabiya wan bide.”
Dawid got: “Ya kurên Serûya! Ev ne karê we ye! Îro çima hûn neyartiya min dikin?! Ma ez nizanim ku ez padîşahê gelê Îsraêl im?! Wê îro li welatê Îsraêl mirovek jî neyê kuştin.”
Wê Xudan heyfa xwîna ku wî rijandiye jê bistîne. Çimkî bêyî haya bavê min Dawid, wî fermandarê artêşa gelê Îsraêl Avnêrê kurê Nêr û fermandarê artêşa gelê Cihûda Emasayê kurê Yeter dabû ber şûran û ew kuştibûn. Herdu jî jê rastir û çêtir bûn.
Dawid got: “Kurê min Silêman xort û xeşîm e û Mala ku ji bo Xudan bê avakirin, divê gelek mezin û li hemû welatan navdar û birûmet be. Ji ber vê yekê ezê amadekariya wê bikim.” Dawid beriya mirina xwe, amadekariyeke mezin kir.
Dawidê Padîşah ji tevahiya civakê re got: “Xwedê kurê min Silêman, wî tenê ew hilbijart. Xort û xeşîm e, lê kar mezin e. Çimkî ev perestgeh, ne ji bo mirov e, lê ji bo Xwedê Xudan e.
Jê re bêje: ‘Hay ji xwe hebe, aram be û ji van herdu perçeyên êzingên nîvşewitî, ji hêrsa dijwar a Resînê Padîşahê Aramê û kurê Remalya netirse. Bila dilê te wêrek be.
Wê gavê padîşah ferman da û Daniyêl anîn. Daniyêl avêtin çala şêran. Padîşah ji Daniyêl re got: “Bila Xwedayê ku tu herdem jê re xizmetê dikî, te rizgar bike.”
Çimkî ew ji bo qenciya te xizmetkarê Xwedê ye. Lê eger tu ya xerab bikî, bitirse; ji ber ku ew badîhewa şûr hilnagire. Ew xizmetkarê Xwedê ye, da ku xezebê li yê ku xerabiyê dike bibarîne û wan ceza bike.