34 Destên te negirêdayî bûn, zincîr li piyên te nexistibûn. Lê tu mîna kesekî ku li ber xeraban bikeve ketî!” Her kes ji bo Avnêr dîsa giriya.
Ji bo Şawûl, kurê wî Yonatan û Mala Îsraêl a gelê Xudan, heta êvarê giriyan, şîna wan kirin û rojî girtin. Çimkî ew hatibûn kuştin.
Paşê padîşah jî şîn kir. Wî xwe avêt ser Avnêr û got: “Ma divê Avnêr wekî ehmeqekî bimira?
Gel li dora Dawid civiya. Gelekî xwestin ku beriya bibe êvar tiştekî bixwe, lê Dawid sond xwar û got: “Heta tav hebe, ezê ne nan ne jî tiştekî din bixwim. Heke na bila Xwedê eynî tiştî û jê jî xerabtir bîne serê min!”
Kujer bi ronahiyê re radibe. Ew bindest û hejaran dikuje, Bi şev ew wekî dizan e.
Wekî komên rêbiran kemîn datînin, Koma kahinan jî wisa ye. Di riya Şexemê de mirovan dikujin, Bi rastî jî riswatiyê dikin.
Filîstiyan ew girtin û çavên wî derxistin. Wan ew birin Xezayê û bi zincîrên tûncîn ve girê dan. Wan di girtîgehê de pê beraş digerandin.