26 Yoav dema ji ba Dawid derket, li du Avnêr qasid şandin. Qasid, Avnêr ji Sarinca Sîrayê paş ve anîn. Lê haya Dawid ji vê yekê tunebû.
Tu Avnêrê kurê Nêr dinasî! Ew hatiye ku te bixapîne, hîn bibe tu diçî û têyî ku derê û tu çi dikî.”
Dema ku Avnêr zivirî Hevronê, Yoav bi hinceta hevdîtineke taybet a pê re, ew bir ber dergehê bajêr. Ji ber ku xwîna Esahêlê birayê wî rijandibû, Yoav li wê derê zikê Avnêr da ber şûran û ew kuşt.