Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Samûêl II, 3:18 - Kurmanji Încîl

18 Niha vê yekê pêk bînin. Ji ber ku Xudan, li ser Dawid wiha gotibû: ‘Bi qasidiya xulamê xwe Dawid, ezê gelê xwe Îsraêl ji destê Filîstiyan û hemû dijminan rizgar bikim.’”

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Samûêl II, 3:18
11 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Bila Xwedê wisa xerab bîne serê min û zêdetir jî bi min bike, heke ez vê yekê ji bo Dawid nekim. Çimkî Xudan sond xwaribû.


Paşê li welatê Aramiyên Şamê, leşkerên xwe bi cih kirin. Ew jî bûn xulam û bacdarên wî. Dawid bi ku ve çû Xudan ew bi ser xist.


Lê êdî wê padîşahiya te berdewam neke. Xudan dixwaze zilamekî li gorî dilê xwe bibîne û wî ji gelê xwe bike serwer. Çimkî te fermana Xudan bicih neanî.”


Samûêl jê re got: “Xudan jî îro padîşahî ji te qetand û da cîranekî ji te çêtir.


Xudan ji Samûêl re got: “Tê heta kengê şîna Şawûl bikî? Min ew ji padîşahiyê avêt. Qiloçê zeytê dagire û here. Ezê te bişînim ba Yêşayê Bêtlehemî. Min ji nav zarokên wî, ji xwe re padîşahek hilbijart.”


“Sibê van çaxan, ezê yekî ji herêma Binyamînê bişînim ba te. Tê wî wekî serwerê gelê min Îsraêl bi rûnkirinê kifş bikî. Wê ew gelê min ji destê Filîstiyan rizgar bike. Min rewşa gelê xwe dît, çimkî hewar û zarîna wan gihîşte min.”


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ