Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Samûêl II, 3:14 - Kurmanji Încîl

14 Ji aliyê din ve, Dawid bi riya qasidan ji Îşboşetê kurê Şawûl re ev agahî şand: “Jina min Mîkal bide min ku beramberî çermên sinetkirina sed Filîstiyan bûbû dergistiya min.”

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Samûêl II, 3:14
7 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Gava Îşboşetê kurê Şawûl bû padîşah çil salî bû. Wî li ser gelê Îsraêl du salan padîşahî kir. Lê Mala Cihûda piştgiriya Dawid kir.


Li ser vê yekê Îşboşet ji bo ku ji mêrê wê Paltiyêlê kurê Layîş bê standin û anîn qasid şandin.


Gava Sindoqa Xudan hat Bajarê Dawid, Mîkala keça Şawûl di pencereyê re nêrî. Dema wê dît Dawidê Padîşah li hizûra Xudan direqise û lotikan davêje, Mîkalê di dilê xwe de ew kêm dît.


Bûyîna Îsa Mesîh jî bi vî awayî çêbû: Diya wî Meryem dergistiya Ûsiv bû, lê berî ku ew bizewicin û bigihîjin hev, xuya bû ku ew bi Ruhê Pîroz bizaro ye.


Şawûl ji wan re got: “Ji Dawid re wisa bêjin: ‘Padîşah qelen naxwaze. Bi tenê dixwaze heyfa xwe ji dijminên xwe bistîne. Ji bo vê jî çermê sinetkirina sed Filîstiyan dixwaze.’” Şawûl dixwest Dawid bi destê Filîstiyan bide kuştin.


tevî leşkerên xwe çû ji Filîstiyan du sed kes kuştin. Çermê sinetkirina wan anî danî ber padîşah ku bibe zavayê wî. Şawûl rabû Mîkala keça xwe da Dawid.


Şawûl jî Mîkala keça xwe ya jina Dawid da Paltiyê kurê Layîşê Gallîmî.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ