12 Avnêr bi navê xwe qasid şandin û got: “Ma welat, welatê kê ye? Bi min re peymanekê çêke, wê gavê ezê jî, ji bo ku tevahiya gelê Îsraêl bikeve bin destê te, li alî te bim.”
Piştre tevahiya gelê Îsraêl çû ba padîşah û got: “Ji bo çi Cihûdayiyên birayên me tu ji me vedizî? Ji bo çi, tevî te, malbata te û hemû zilamên te, ji Çemê Şerîayê derbasî aliyê din kirin?”
Tu ji kesên ji te nefret dikin, hez dikî û ji hezkiriyên xwe jî nefret dikî. Îro te nîşan da ku zilam, leşker û fermandarên te, li ber çavên te bêqîmet in. Erê, min îro fêm kir ku Avşalom sax bima û em tev bimirana, wê ji bo te baştir bûya!
Dawid got: “Baş e. Ezê bi te re peymanekê çêkim. Lê ez ji te vê yekê dixwazim: Dema ku tê bêyî dîtina min, keça Şawûl Mîkalê jî bîne. An na tê min nebînî.”
Avnêr ji Dawid re got: “Ez yekser herim, tevahiya gelê Îsraêl li ba xweyê xwe padîşah kom bikim ku bi te re peymanek bikin. Tu jî bikaribî her derê ku dil dikî birêve bibî.” Li ser vê yekê Dawid Avnêr şand û ew jî bi xêr û silamet çû.
Dema ku Avnêr zivirî Hevronê, Yoav bi hinceta hevdîtineke taybet a pê re, ew bir ber dergehê bajêr. Ji ber ku xwîna Esahêlê birayê wî rijandibû, Yoav li wê derê zikê Avnêr da ber şûran û ew kuşt.