9 Yê diduyan, Êlezarê kurê Dodoyê Ahohî, yek ji sê mêrxasên li ba Dawid ku li dijî Filîstiyên li Pas-Dammîmê kom bûbûn re serî hildabû. Di wê navberê de gelê Îsraêl paş ve vekişiyabû,
“Min mehserê bi tena serê xwe guvaşt Û li ba min ji gelan tu kes tunebû. Min bi hêrsa xwe ew guvaştin Û min bi xezeba xwe ew perçiqandin. Ava wan pijiqî ser cilên min Û hemû cilên min edimîn.
Min bala xwe dayê, kesekî alîkar be tunebû, Ez li nebûna kesê ku bibe piştgir şaş û metel mam. Zendê min ji min re rizgarî anî, Xezeba min ji min re bû piştgir.
Dawid ji zilamên ba xwe re got: “Kesê vî zilamê Filîstî bikuje û vê şermê ji ser gelê Îsraêl rake wê bi çi bê xelatkirin? Ev Filîstiyê bêsinet kî ye ku gefê li artêşa Xwedayê Jîndar dixwe?”