2 Ruhê Xudan bi riya min dibêje, Gotina wî li ser zarê min e.
Padîşahê min, çavên tevahiya gelê Îsraêl li te ye ku tu kesê piştî te li ser textê padîşahiyê rûne eşkere bikî.
Îsa ji wan re got: «Nexwe çawa Dawid bi saya Ruh navê Xudan hildide û dibêje:
Dawid bi xwe bi saya Ruhê Pîroz dibêje: ‹Xudan ji Xudanê min re got: Li milê min ê rastê rûne, Heta ku ez dijminên te bikim bin lingên te.›
Çimkî pêxemberîtî tu caran bi daxwaza mirov nehatiye; lê belê mirovan bi rêberiya Ruhê Pîroz, peyv ji Xwedê gotine.