16 Ev her Sê Mêrxas ji nava artêşgeha Filîstiyan derbas bûn û ji bîra li ber dergehê Bêtlehemê av kişandin û ji Dawid re anîn. Lê Dawid nexwest vexwe. Wî av rijand û pêşkêşî Xudan kir
Yê diduyan, Êlezarê kurê Dodoyê Ahohî, yek ji sê mêrxasên li ba Dawid ku li dijî Filîstiyên li Pas-Dammîmê kom bûbûn re serî hildabû. Di wê navberê de gelê Îsraêl paş ve vekişiyabû,
Ev her Sê Mêrxas, ji nava artêşgeha Filîstiyan derbas bûn û ji bîra li ber dergehê Bêtlehemê av kişandin û ji Dawid re anîn. Lê Dawid nexwest vexwe. Wî av rijand û pêşkêşî Xudan kir
Rabe! Di destpêka nobetên şevê de biqîre! Li ber Reb dilê xwe wekî avê birijîne! Destên xwe, ji bo canên zarokên xwe hilde, Ew li ser her kuçeyê ji birçîbûnê xayîs dibin.
Herwiha bi berx re wekî pêşkêşiya rijandinê, wê çaryeka hîneke şerabê jî bê pêşkêşkirin. Hûnê pêşkêşiya rijandinê ji Xudan re li Pîrozgehê pêşkêş bikin.
Lê belê ez tu qîmetê nadim xwe bi xwe; armanca min bi tenê ev e ku ez berpirsiyariya xwe û wê xizmeta ku min ji Xudan Îsa standiye bînim serî, ku ez şahidiya Mizgîniya kerema Xwedê bikim.
Wî xwe xist xeterê û Golyatê Filîstî kuşt. Bi vî awayî Xudan tevahiya gelê Îsraêl rizgar kir. Te jî ev yek dît û pê kêfxweş bûyî. Tê çima rabî Dawidê bêsûc bikujî û gunehê wî bixî stûyê xwe?”
Gelê Îsraêl ku li Mîspayê kom bû, ji bîrê av derxist û li pêşiya Xudan rijand. Wê rojê rojî girtin û gotin: “Me li ber Xudan guneh kir.” Samûêl li Mîspayê serweriya gelê Îsraêl kir.