10 lê Êlezar rabû û heta ku destê wî westiya û bi şûr ve zeliqî, Filîstî kuştin. Wê rojê Xudan serfiraziyeke mezin pêk anî. Gel hat ba Êlezar lê tenê ji bo kuştiyan bişelîne.
Naemanê fermandarê artêşa Padîşahê Aramê, li ba xweyê xwe zilamekî mezin û birûmet bû. Çimkî Xudan bi saya wî rizgarî dabû Aramê. Ew leşkerekî mêrxas bû, lê kotî bûbû.
Loma ezê bi mezinan re parekê bidim wî, Wê talên bi hêzdaran re parve bike. Çimkî wî canê xwe da ber mirinê, Bi serhildêran re hat hejmartin. Lê wî gunehê gelekan hilgirt Û ji bo wan serhildêran lava kir.
Xudan ew li ber Îsraêliyan şaş kirin û Îsraêliyan li Gîvonê bi dijwarî ew têk birin. Wan di berjorê Bêthoronê re da pey wan û heta Ezêqa û Maqqêdayê li wan xist.
Xudan ew dan destê gelê Îsraêl. Wan ew şikandin û heta Saydaya Mezin û Mîsrefot-Mayîmê û ber bi rojhilat ve heta Geliyê Mîspeyê dan pey wan. Wan li wan xist û tu kes sax nehişt.
Gava Şîmşon nêzîkî Lehiyê bû, Filîstî qîriyan û ber bi wî ve çûn. Ruhê Xudan bi hêzeke mezin hat ser Şîmşon û werîsên li ser milên wî wekî kitanê ser êgir ji hev belav bûn û girêkên li ser destê wî ketin.
Yonatan ji xortê çekdarê xwe re got: “Were em herin nav artêşgeha van bêsinetan. Dibe ku Xudan ji me re li hev bîne. Çimkî ji bo Xudan ne zor e ku di kêmbûnê yan zêdebûnê de rizgar bike.”
Wî xwe xist xeterê û Golyatê Filîstî kuşt. Bi vî awayî Xudan tevahiya gelê Îsraêl rizgar kir. Te jî ev yek dît û pê kêfxweş bûyî. Tê çima rabî Dawidê bêsûc bikujî û gunehê wî bixî stûyê xwe?”