1 Gotinên Dawid ên dawîn ev in: Gotina Dawidê kurê Yêşa, Gotina zilamê ku Xwedayê Aqûb ew bilind kiriye, Kesê ku Xwedê ew kifş kiriye Û stranbêjê delal ê gelê Îsraêl, ev e:
Hingê wî ji wan re got: «Ha ew gotinên min ên ku gava hê ez bi we re bûm, min ji we re gotibûn, ev in: Divê ew hemû tiştên ku di Şerîeta Mûsa, di Nivîsarên Pêxemberan û di Zebûran de li ser min hatine nivîsîn, bên cih.»
Bila peyva Mesîh bi hemû dewlemendiya xwe ve, di dilê we de cih bigire. Bi hemû şehrezayiyê hevdû hîn bikin, şîretan li hev bikin; bi gotina Zebûran, lavije û stranên ruhanî, di dilê xwe de bi şikirdarî ji Xwedê re bistrînin.
Kesên li dijî Xudan wê perçe perçe bibin, Xudan ji ezmanan li ser wan dike gurmîn. Wê binê dinyayê jî bibe ber dîwanê, Yê ku padîşahê xwe hêzdar dike, Hêza kesê xwe yê kifşkirî zêde dike Xudan e.”