3 Xwedayê min, zinarê min ê xwespartinê, Mertalê min, rizgarkarê min ê hêzdar, Sitargeha min û cihê reva min ew e! Xilaskarê min, ji zordestiyê tu min rizgar dikî.
Wê her yekî ji wan Wekî dereke mirov xwe ji bayê vedişêre, Wekî sitara taviyê, Wekî coyên avê yên dera ziwa, Wekî siya zinarê bilind Li dera westayiyan be.
Bêjin, doza xwe raber bikin, Bi hev bişêwirin. Ma kî ev ji demên qedîm ve daye bihîstin? Ma kî ji berê ve gotiye? Ez Xudan, ma ne ez im? Ji xeynî min Xwedê tuneye. Xwedayê rast û rizgarkar, Ji xeynî min tuneye.
“Ya Xudan! Tu hêz û keleha min î, Di roja teng de cihê reva min î! Wê milet ji binê dinyayê, Werin ba te û bêjin: ‘Bav û kalên me tenê derew, tiştên pûç, Pûtên bi kêrî wan nehatin, mîras standin.’
Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Va ye ezê li vir dengê şahiyê, dengê şabûnê û dengê bûk û zavê di saxiya we de û li ber çavê we biqedînim.’
Ya gelê Îsraêl, xwezî bi te! Ma kî heye wekî te? Tu ew gel î ku ji aliyê Xudan ve hatiye rizgarkirin. Ew ji te re mertalê parastinê û şûrê rewnaq e. Wê dijminên te li ber te biçûk bin, Tê jî wan biperçiqînî.”
Hannayê wiha dua kir: “Dilê min, bi Xudan şa dibe, Yê ku hêza min zêde dike Xudan e, Li dijî dijminên xwe, bi te dipesinim, Bi rizgariya te dilşa dibim.