3 Ji ber vê yekê, wê rojê leşker çawa ku ji şer reviyane, bi şermokî ketin nav bajêr.
Tu çima bi dizî reviyayî û te ez xapandim? Te çima ji min re negot? Minê tu bi şahî, bi stranan, bi def û çengê bişanda.
Gava Dawid gihîşt Mahanayîmê, Avşalom û leşkerên Îsraêlî yên pêre ji Çemê Şerîayê derbas kirin.
Wê rojê serketina artêşê bû wekî şînê. Çimkî gel bihîst ku padîşah şîna kurê xwe dike.
Barzîllay kalekî pîrê heştê salî bû. Gava padîşah li Mahanayîmê bû, Barzîllay debara wî kiribû. Çimkî hebûna Barzîllay pir bû.
Padîşah serê xwe xist nav herdu destên xwe û bi dengekî bilind kir qîrîn û gazî: “Lawo Avşalom! Avşalom, lawo, ax kuro lawo!”