Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Samûêl II, 19:12 - Kurmanji Încîl

12 Hûn birayên min in, xwîn û goştê min! Ji bo ku padîşah vegerînin, hûn çima dereng dimînin?’

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Samûêl II, 19:12
9 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Li ser vê yekê Adem got: “Niha ev hestî ji hestiyê min, Goşt ji goştê min e. Wê jê re ‘Jin’ bê gotin, Çimkî ew ji mêr hate hildan.”


Lavan jê re got: “Bi rastî tu xwîn û goştê min î.” Piştî ku Aqûb mehekê li ba wî ma,


Piştre tevahiya gelê Îsraêl çû ba padîşah û got: “Ji bo çi Cihûdayiyên birayên me tu ji me vedizî? Ji bo çi, tevî te, malbata te û hemû zilamên te, ji Çemê Şerîayê derbasî aliyê din kirin?”


Li ser vê yekê, Cihûdayiyan ji gelê Îsraêl re got: “Ji ber ku padîşah yekî ji me ye, hûn çima ji vê yekê hêrs dibin? Ma me ji hebûna padîşah tiştek xwariye? Me ji xwe re tiştek hildaye?”


Hemû eşîrên Îsraêl çûn Hevronê û hatin ba Dawid. Wan jê re got: “Em xwîn û goştê te ne.


Sadoqê kurê Ahîtûv û Ahîmelekê kurê Aviyatar kahin bûn. Seraya nivîsende bû.


da ku ez bi riyekê, yên ku ji gelê min in bihesidînim û hinekan ji wan xilas bikim.


“Ji hemû mêrên Şexemê re bêjin: ‘Ji bo we kîjan çêtir e? Ma hûn dixwazin heftê kurên Yerûbbaal serweriya we bikin, an tenê kesek serweriya we bike?’ Bi ser de bibîr bînin ku ez ji xwîn û goştê we me.”


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ