23 Ahîmaes got: “Çi jî bibe bihêle ez herim.” Yoav got: “De here.” Bi vî awayî Ahîmaes, di riya Deşta Şerîayê re beziya û ji yê Kûşî borî.
Piştre ji yekî Kûşî re got: “Here, te çi dîtiye ji padîşah re bêje.” Yê Kûşî, li ber Yoav xwe deverû avêt erdê, piştre baz da û çû.
Lê Ahîmaesê kurê Sadoq dîsa got: “Çi dibe bila bibe, destûr bide, ez li pey yê Kûşî herim.” Yoav got: “Tê herî çi lawo? Kurê min, tu çima dixwazî herî? Xebereke ku te xelat bike tê de tuneye!”
Dawid di navbera dergehê sûrê de rûdinişt. Nobedar derket ser dergehê sûrê. Gava serê xwe rakir, wî dît ku kesek bi tena serê xwe baz dide.
Herdu jî bi hev re dibezîn, lê şagirtê din ji Petrûs zûtir bezî û ew pêşî gihîşt ser gorê.