Samûêl II, 17:25 - Kurmanji Încîl25 Avşalom, di şûna Yoav de, Emasa kiribû fermandarê artêşê. Emasa kurê Yîtrayê ji Îsmaîliyan bû. Diya Emasa Avîgayila keça Nahaş bû. Avîgayil xwişka Serûyaya diya Yoav bû. အခန်းကိုကြည့်ပါ။ |
Gava Dawid bi Filîstiyan re çû ku şerê Şawûl bike, hinek Minaşşeyî derbasî aliyê Dawid bûn. Lê belê, Dawid û mêrxasên wî bi rastî alîkariya Filîstiyan nekir. Çimkî serekên Filîstî şêwra xwe kir û got: “Wê Dawid guh nede serekê me, here aliyê Şawûlê xweyê xwe û bi vî awayî wê serê me here.” Li ser vê yekê wan ew ji ba xwe şand.