Samûêl II, 14:6 - Kurmanji Încîl6 Ez xulama te, min du kur hebûn. Herduyan jî li derve bi hev re şer kir. Kesekî ku li wir wan ji hev veqetîne tunebû. Yekî li yê din xist û kuşt. အခန်းကိုကြည့်ပါ။ |
Tevahiya binemal niha li dijî min, xulama te derdikeve û dibêje: ‘Yê ku birayê xwe kuştiye teslîmî me bike. Ji dêla ku birayê xwe kuştiye em jî wî bikujin. Bi vî awayî emê mîrasxurekî jî, ji holê rakin.’ Wê di dawiyê de ziriyeta min jî biqelînin, li rûyê erdê kesekî ku navê mêrê min bidomîne namîne.”