4 Yonadav ji Amnon pirsî: “Ya kurê padîşah, tu çima wisa roj bi roj dihelî? Ji min re nabêjî?” Amnon got: “Min dil berdaye xwişka ji dêmariya xwe Tamarê. Tu jî dizanî ew xwişka birayê min Avşalom e.”
Yonadav rabû jê re got: “Here bikeve nav nivînan û xwe li nexweşiyê deyne. Dema ku bavê te hat, jê re bêje: ‘Lava dikim bila Tamar were, xwarinê ji min re çêke. Bila li ber min çêke ku ez lê binêrim û ji destên wê bixwim.’”
Ji ber kirêtiyên xwe, şermezar bûn? Lê wan qet şerm nekir. Ew nizanin rûsorbûn çi ye, Loma jî wê di nav ketiyan de bin, Gava hatin cezakirin, wê biterpilin’” dibêje Xudan.
“‘Heke zilamek xwişka xwe ya ji diya xwe yan ji bavê xwe, ji xwe re bistîne, tazîbûna wê bibîne û jinik jî tazîbûna wî bibîne, ev şerm e. Wê bi eşkereyî ji nav gel bên avêtin, çimkî wî tazîbûna xwişka xwe vekiriye. Wê sûcdar bê hesibandin.
Herdu destên wan ji bo karên xerab jêhatî ne! Serek diyarî, dadger jî bertîl dixwaze, Mezin ya ku dixwazin didin kirin. Bi vî awayî edaletê xera dikin.