36 Gava wî gotina xwe qedand, kurên padîşah gihîştine wir û bi dengekî bilind giriyan. Padîşah û peywirdarên wî jî bişewat giriyan.
Xizmetkarên wî jê pirsîn: “Tu çima wiha tevdigerî? Dema ku zarok dijiya te rojî digirt, digiriyayî. Lê piştî ku mir tu rabûyî dest bi xwarinê dikî.”
Piştî vê yekê Amnon ji Tamarê nefret kir. Wisa bû ku nefreta wî ji dilxwaziya wî mezintir bû. Amnon ji Tamarê re got: “Biqeşte here!”
Yonadav ji padîşah re got: “Va ye kurên te tên! Çawa ku xulamê te gotibû.”
Avşalom reviya ba Padîşahê Geşûrê Talmayê kurê Emmîhûd. Dawid şîna Amnonê kurê xwe dikir.
Padîşah lerizî, hilkişiya odeya ser dergeh, kir nalenal, giriya û got: “Lawo Avşalom lawo! Ax lawo Avşalom! Avşalom lawo! Xwezî ji dêla te ve, ez bimirama lawo! Ax lawo Avşalom lawo!”