31 Padîşah rabû cilên xwe çirandin, xwe avêt erdê. Hemû xulamên wî jî, cilên xwe çirandibûn û li ber wî sekinîbûn.
Çaxê Rûbên vegeriya ser bîrê û dît ku Ûsiv ne li wê derê ye, cilên xwe çirandin.
Aqûb cilên xwe çirandin, çûx li pişta xwe girê da û demeke dirêj şîna kurê xwe kir.
Li ser vê yekê Dawid û kesên pê re kincên xwe çirandin.
Dawid ji bo zarok, lavayî Xwedê kir û rojî girt. Ew çû mala xwe û şevên xwe bi raketina li erdê derbas kir.
Gava ew di rê de bûn ji Dawid re xeber hat û got: “Avşalom, tevahiya kurên padîşah kuştine, yek jî wan sax nemaye.”
Paşê Dawid ji Yoav û ji hemû kesên pê re got: “Cilên xwe biçirînin û çûx li xwe bikin. Li ber termê Avnêr şînê bikin!” Dawidê Padîşah jî li pey cenaze meşiya.
Eyûb rabû, xiftanê xwe çirand û porê xwe kur kir. Ew ket erdê û perizî
Yêşû kincên xwe çirandin. Heta êvarê ew û rîspiyên gelê Îsraêl li ber Sindoqa Xudan deverû diçûn erdê û xwelî li serê xwe dikirin.