24 Avşalom hat ba padîşah û jê re got: “Ez pezên xwe didim qusandin. Hêvî dikim bila peywirdarên padîşah jî beşdarî vî xulamê te bibin.”
Piştî demeke dirêj jina Cihûda ya ku keça Şûa bû, mir. Çaxê ku şîna Cihûda qediya, ew bi hevalê xwe Hîrayê Edûllamî hilkişiya Tîmnayê ba hevringkarên pezên xwe.
Piştî du salan, Avşalom şand pey hemû kurên Dawid ku werin Baal-Hasora nêzîkî Bajarê Efrayîmê ku pezbirên wî li wê bûn.
Lê Dawid got: “Nexêr kurê min, em tev neyên, ji te re nebin bar.” Avşalom her çiqas li ber geriya jî, padîşah nexwest here, lê wî ew pîroz kir.
Herkes ji cîranê xwe re derew dibêje, Bi xweşekî, bi durûtî dibêje.
Ji devê wî hingiv dibare, Belê dilê wî tije şer e. Gotinên wî ji rûn nermtir, Belê ji şûr tûjtir in.
Min bihîst ku vê gavê dema qusandina mihan e. Gava şivanê te bi me re bûn, me ew neêşandin. Gava li Karmelê bûn, tu tiştên wan winda nebûn.