16 Tamarê got: “Na! Qewitandina te xerabiyek e û ev ji xerabiya te ya te kir mezintir e.” Lê Amnon guhdariya wê nekir.
Piştî vê yekê Amnon ji Tamarê nefret kir. Wisa bû ku nefreta wî ji dilxwaziya wî mezintir bû. Amnon ji Tamarê re got: “Biqeşte here!”
Gazî xulamê xwe kir û got: “Vê jinikê derxe derve, derî jî li pey wê bigire.”