9 Gava Yoav li pêş û paş yekîneyên neyaran dîtin, wî hinek leşkerên bijare yên gelê Îsraêl hilbijartin û ew li dijî Aramiyan rêz kirin.
Yekîneyên mayî, wî xistin bin fermandariya Avîşayê birayê xwe û wan li dijî Emmoniyan tevdîra şer kir.
Emmonî rabûn, li ber dergehê bajêr tevdîra şer kir. Aramiyên Sova û Rehovê û gelên Tov û Maexa jî li çola derveyî bajêr amadehiya şer kir.
Piştre artêş, di bin çavdêriya birayê Yoavê kurê Serûya, Avîşay û Îttayê Gatî de, wekî sê milan şand. Padîşah ji leşkeran re got: “Ezê bi we re bêm.”