19 Hemû padîşahên ku xulamên Hadadezer bûn, ji ber gelê Îsraêl têk çûn. Loma ew bi gelê Îsraêl re aş bûn û ji wan re bûn xulam. Bi vî awayî Aramî tirsiyan. Wan êdî alîkariya Emmoniyan nekir.
Padîşahê Aramê Ben-Hadad tevahiya artêşa xwe civand. Bi wî re sî û du padîşah, hesp û erebeyên şer hebûn. Çû Sameryayê dorpêç kir û li dijî wê şer kir.
Ji tirsa cefayê ku ew dikişîne, wê li dûr bisekinin û bêjin: «Wax, wax, bajarê mezin, Bajarê hêzdar, Babîl! Çimkî dîwanbûna te wisa di saetekê de hat.»
Adonî-Bezeq got: “Heftê padîşahên ku tiliyên mezin ên dest û lingên wan hatine jêkirin, ji bermayiyên sifreya min dixwarin. Xwedê bergîdana kirinên min da.” Wan ew anî Orşelîmê û ew li wir mir.