26 Ji bo te xemgîn im, birayê min Yonatan. Tu ji bo min pir hêja bûyî. Hezkirina te ji hezkirina jinê bêtir bû.
Mêrxas çawa ketin! Çekên şer qet neman!”
Heval hene dibin helakê, Lê dost hene ji bira jî nêzîktir in.
Loma Yonatan ji Dawid re got: “Bavê min Şawûl dixwaze te bikuje. Ez ji te lava dikim, sibê hay ji xwe hebe û xwe li cihekî bi ewle veşêre.
Yonatan ji ber hezkirina Dawid, careke din ew da sondê. Çimkî bi dil û can, wekî nefsa xwe jê hez dikir.
Gava xort çû, Dawid ji başûrê kevir rabû ser xwe û sê caran deverû çû erdê. Wan hev ramûsa û li ser hev de giriyan. Lê Dawid zêdetir digiriya.
Di vê navberê de Yonatanê kurê Şawûl rabû çû Horeşê ba Dawid û bi navê Xwedê hêz da wî.