24 Ya keçên gelê Îsraêl, ji bo Şawûl bigirîn! Wî hûn bi cilên sor dixemilandin Û bi kincên ji xemlên zêrîn dineqişandin.
Şawûl û Yonatan şîrîn û beşerxweş bûn, Di jiyan û mirinê de ji hev veneqetiyan. Ji teyran leztir, Ji şêran hêzdartir bûn.
Te dît mêrxas di şer de çawa ketin! Yonatan li ser bilindciyên te hat kuştin.
«Direvin, direvin padîşahên ordiyan! Jinên malê, parî dikin malê talanê.
Erzşikandina şehrezayan, ji bo guhdaran, Guharê zêrîn û xemla ji zêrê xas e.
Berf dibare lê ji bo maliyên xwe natirse, Çimkî ji bo tevahiya mala xwe du dest cil hene.
Ma keçik xemlên xwe, Yan bûk cihêzê xwe ji bîr dike? Lê gelê min, rojên bêhesab ez ji bîr kirim.
‘Bi rastî talan dibînin û parve dikin; Ji her mêrxasî re keçek an du keç, Ji Sîsera re bi xenîmetî kincên reng bi reng, Kincên reng bi reng ên nexşîn, Ji bo dora stûyê wan, Kincên rengîn ên ku herdu aliyên wan hatine nexişandin.’