16 Dawid ji Emalêqî re gotibû: “Ji xwîna xwe tu bi xwe berpirsiyar î. Ji ber ku bi gotina ‘Min, kifşkiriyê Xudan kuşt’ te bi devê xwe, şahidî li dijî xwe kir.”
Te li ser xwîna Mala Şawûl, padîşahî stand. Loma jî Xudan tu ceza kirî. Xudan padîşahî da kurê te Avşalom. Ji ber ku tu destbixwîn î, ev têkçûn hat serê te.
“‘Her kesê ku naletê li diya xwe yan li bavê xwe bîne, wê esse bê kuştin. Ji ber ku wî naletê li diya xwe yan li bavê xwe aniye, xwîna wan li ser wan e.
Wî jê re got: ‹Hey xulamê neqenc! Ezê ji devê te dîwana te bikim. Madem ku te dizanibû, ez mirovekî hişk im, tiştê ku min dananiye, ez radihêjim, tiştê ku min neçandiye, ez didirûm,
Îcar gava ku ew li hember derketin û çêrî wî kirin, wî cilên xwe daweşandin û got: «Bila xwîna we di stûyê we de be! Ez bêrî me. Ji niha û pê ve ezê herim ba miletan.»
Îcar em dizanin her tiştê ku Şerîet dibêje, ji wan mirovan re dibêje ku di bin Şerîetê de ne, da ku her dev bê girtin û hemû dinya li ber Xwedê sûcdar be.
Çi kesê ku ji deriyê malê derkeve derve, wê bibe sedema mirina xwe û emê bêrî bin. Lê wê xwîna wî kesî li ser me be ku bi te re li malê dimîne û zirarek tê serî.
Ev yek ji bo heyfa zordariya heftê kurên Yerûbbaal û ji bo xwîna wan li ser Avîmelek û mêrên Şexemê were, çêbû. Çimkî wî birayên xwe kuştin û van mêran, ji bo kuştina wan destê wî hêzdar kir.
Gava Dawid bihîst ku Naval miriye, wî got: “Xudan pîroz be! Wî dadgeriya min kir û min li dijî Navalê ez bêrûmet kirim, parast. Xudan xerabiya Naval anî serê wî.” Piştre Dawid qasid şandin ba Avîgayilê û daxwaza zewacê lê kir.